Son Haberler

Hasan Özgüneş’in Kaleminden JI BÎR NAKIM

JI BÎR NAKIM

Nikarim te ji bîrbikim evîna dilan,

Dizanim tu durî ey gula çîyan,

Naçî ji bîra min.

Çiqas dur bî,

Jiber ku tu dijî;

Li nava germahiya dilê min.

Bi şev û bi roj;

Bi min re dijîn bîranînên me;

Car ew rojên  geş û xweş,

Car ew demên bi xem û reş.

Car li kuçan, car li meydanan,

Car li serhildanan, car li mihrîcanan.

Em bi hev re diketin nava dîlanan.

 

Belê çi bikim;

Çewd geriya çerxa felekê,

Veqetandin destên me ji hev.

Avêtin nava çar dîwarên sar.

Ew zalimên çav sor û ketxwar.

Îro çiqas dur bim;

Ji we,

Ji gelê xwe,

Ji gund û bacarên welatê xwe,

Her bi we re me;

Bi dil û canê xwe.

22.12.2017

Hasan Özgüneş

Okumadan Geçme

Tv On 68. Haftasında

GÜNCEL….   GÖRÜNTÜLÜ/Foto: 20-01-2018   İSTANBUL – GALATASARAY-LİSESİ-ÖNÜ TV On 68. haftasında Tv 10’u her …

Bir Cevap Yazın