Son Haberler

Hasan Özgüneşin kaleminden; EY KOBANÎ

EY KOBANÎ

Kobanî; xaka pîroz!

Tu evîna xort û keçên kurdan î.

War û warkozê lehengan î.

Li himberê Dehaqan;

Te cenga giran pêkanî.

Her tu yî keleha berxwedanê.

 

Bi sedan;

Keç û xortên kurdan,

Li ser xaka te ya pîroz,

Ji bo jiyana azad,

Xwêna xwe rijand.

Dil û mejiyê kurdan,

Li dor evîna te civand.

Li çar aliye Cîhanê,

Navê te yê şîrîn û bedew,

Li ser rupelên zêrîn neqişand.

 

Kobanî!

Ey kobanî;

Evîna dile min.

Gulsora Kurdistanê.

Edî tu yî dildara kurdan,

Û mirovhezên Cîhanê…

21.11.2017

Hasan Özgüneş

Okumadan Geçme

CHP’nin İzmir, Ankara ve İstanbul milletvekili adayları netleşti

CHP Genel Başkanı Kemal Kılıçdaroğlu Başkanlığı’nda toplanan MYK ve PM toplantısının ardından İstanbul 1’inci Bölge adayları büyük oranda …

Bir Cevap Yazın